HPG’ê: Li Zap û Metînayê 7 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

Gerîla li başûrê Kurdistanê di çarçoveya pêngavên şoreşgerî de li dijî dagirkeran çalakiyên xwe didomînin.
HPG’ê ragihand li herêmên Zap û Avaşînê 7 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.

1’ê Hezîranê dagirkeran xwestin darên li dora Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bibirin.

Gerîlla pêşî li wan girt û di çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Heman rojê hêzên artêşa Tirk ên li dora çeperên şer ên Qada Şehîd Rêber, bûn armanca çalakiyên gerîllayên jin.

Di encamê de 2 leşker hatin kuştin.

Dîsa 1’ê Hezîranê dagirkeran xwestin bi teqemeniyan çeperên şer ên Şehîd Berxwedan bombebaran bikin.

Lê ji ber destwerdana gerîlla, hewldana hêzên Tirk birser neket û neçar man ji qadê vekişin.

2’ê Hezîranê dagirkerên li derdora çeperên şer ên Qada Girê Cûdî, bûn armanca çalakiya gerîlla.

Gerîlla ji 2 milan ve li wan dan û di encamê de 2 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Her wiha çeperek wan jî hat rûxandin.

Piştî çalakiyê hêzên artêşa Tirk neçar man paşde biçin.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk 1’ê Hezîranê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, 46 êrişên balafiran û 33 êrişên kîmyewî pêk anîn.

Li qada Metînayê gerîlayan helîkoptereke artêşa Tirk xist xwarê

Back to top button