“Divê li dijî dagirkeriyê helwesteke cidî bê nîşandan”

Li Silêmaniyê bi dehan nivîskar, rojnameger, akademîsyen û siyasetmedarên Başûr û Rojavayê Kurdistanê derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk de îro li hev civiyan. Di civînê de li ser xeteriya êrişên dagirkeriyê niqaş hatin kirin û ji hemû aliyan hate xwestin ku li dijî êrişên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.

Li herêma Mêrgepan a Silêmaniyê, bi beşdariya bi dehan nivîskar, rojnameger, akademîsyen, aktîvîst û siyasetmendarên Başûrê Kurdistanê û Endamên Nûnertiya PYD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî dagirkeriya tirk civînek hate li dar xistin.

Di civînê de metirsiyên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser statûya Başûrê Kurdistanê hatin gotubêjkirin.

Di serî de Siyasetmedar û Rojnameger Kemal Reûf axivî û qala metirsî û ziyana êrişên tirkiyê yen li dijî Başûr kir.

Rojnameger Kemal Reûf: Li dijî êrişên Tirkiyê divê helwestek cidî hebe

Kemal Reûf îşaret bi baregeh û liv û tevgera arteşa tirk ya li herêmê kir û got: “Divê li dijî êrişên Tirkiyê helwestek cidî hebe.”

Rojnameger Mesûd Abdulqaliq: Armanca dewleta Tirk zindîkirina Mîsaqi Milî ye

Piştre Rojnameger û Siyasetmedar Mesûd Abdulqaliq axivî û diyar kir armanca dewleta tirk zindîkirina Mîsaqê Milî ye.

Mesûd Abdulqaliq îşaret bi bêdengiya li dijî êrişan kir û got: “Lê, mixabin bertekên li dijî dagirkeriyê gelek lewaz in.”

Parlamentera berê ya Parlamentoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr jî têkildarî mijarê axivî.

Rêzan Şêx Dilêr: PKK ji bo yekîtiya gelê Kurd xwedî rolek girîng e

Rêzan Şêx Dilêr, bêdengiya aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ya li dijî êrişên dewleta Tirk û qetilkirina welatpêzên Kurd rexne kir.

Rêzan Şêx Dilêr diyar kir dagirkerî gihîştiye astekê ku MÎT’a Tirk di nava Silêmaniyê de bigere û got:

“Ev li ser tevahiya Iraqê metirsiyek mezine.”

Parlamentera berê ya Parlamentoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr qala girîngiya yekrêziya Kurd kir û got: “PKK ji bo yekrêziya gelê Kurd xwedî rolek girîng e.”

Beşdarên Civînê: Divê li dijî dagirkeriyê helwesteke cidî bê nîşandan

Di çarçoveya nîqaşên hatin meşandin de, hate diyar kirin ku nabe ti alî bibe sedema dagirkeriyê û divê helwesteke cidî li dijî dagirkeriyê bê nîşandan.

Herwiha siyasetmedaran hejmarek pêşniyar ji bo danîna sînorek ji bo dagirkeriya Tirkiyê re kirin.

Beşdaran daxwaz kirin ku têkildarî mijarê lijneyên taybet werin avakirin û civîn li gel aliyên siyasî û aliyên peywendîdar ên Başûrê Kurdistanê û Iraqê re werin kirin.

Konferansa li dijî metirsî û êrişên Tirkiyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê bi encamnameyekî bi dawî bû.

Back to top button