Dagirkeran bi dijwarî êrîşî Til Temir û Zirganê kir

Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê bê navber dewam dikin. Dagirkeran îro dîsa gundên Til Temir, navçeya Zirganê û gundên Minbicê, bi çekên giran topbaran kir. Di topbarana li ser Zirgan û Til Temirê de, zarokek jî di nav de, 3 kes birîndar bûn. Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî raghand ku hewldana çeteyan a têketina gundê El-Mihsinlî ji aliyê şervanên wan ve hat têkbirin û 2 çete hatin kuştin.

Êrişên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê her diçe zêde dibe.

Dewleta Tirk û çeteyên xwe îro di se’etên sibehê de bi dijwarî êrişî navçeyên Zirgan û gundên Til Temirê kir.

Navenda navçeya Zirganê û gundên Um Mihermele, Xidrawî û mezrayên Bobî û El-Bek, hatin topbarankirin.

Di êrîşa li ser Til Temir û Zirganê de 3 kes birîndar bûn

Di topbarana li ser gundê Um Mihermele yê li bakurê Zirganê de, zarokek birîndar bû.

Ev zarok Mihemed Yûsif e û 14 salî ye.

Ji ber birîna wî ya giran ew ji Nexweşxaneya Dirbêsiyê rakirin Nexweşxaneya Sarya ya bajarê Hesekê.

Her wiha dewleta Tirk di saetên nîvro de jî, navenda navçeya Zirganê û nexweşxaneya wê, ji aliyê rojava û bakur gundên Esediyê, Dada Ebdal, Bobê, Til Hermel û li aliyê başûrê navçeyê jî li ser rêya Til Temirê gundên Rebîat, Til Werd û Xirbet Şeîr û li aliyê bakurê navçeya Til Temir li ser rêya Zirganê jî gundê Qebir Sexîr, topbarand kir.

Di encama topbarana dagirkeran de du kes birîndar bûn û gelek malên Zirganê hilweşiyan.

Di dema êrîşan de tevgera balafirên bê mirov ên dewleta Tirk ji ser herêmê, kêm nabe.

7 Gund û Navenda Kehrebeyê yên Til Temirê hatin topbarankirin

Tevî gundên Zirganê, gundên Til Temirê jî weke her roj ji êrişan nefilitîn.

Taybet gundên El-Ebûş, Dirdara Til Şenan, Qesir Toma Yelda, Til Cuma, El-Exêbiş û Tewîla bûn armanca êrişan.

Tevî van gundan derdora baregeha Rûsya û navenda kehrebeyê ya Til Temirê jî hatin topbarankirin .

Şevê din jî ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve li ser gundê Şeşê yê li rojavayê Girê Spî êriş hebûn û di encamê de jinek û zaroka xwe birîndar bibûn.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Hewldana têketina gundê El-Mihsinlî têk çû û 2 çete hatin kuştin

Dewleta Tirk duh li Minbicê jî êrîş pêk anîn.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê îro bi daxuyaniyekê bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker a 2 rojên derbasbûyî yên li ser gundên Minbicê, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta Tirk di 31’ê Gulanê de, bi çekên giran û balafireke bê mirov êrişî gundên, Ewn El-Dadat, Ereb Hesen û El-Mihsinlî kirin.

Meclisê da zanîn duh gundê Ereb Hesen jî hat topbarankirin.

Meclisê her wiha destnîşan kir ku îro danê sibehî jî dewlet Tirk gundên El-Mihsinlî û Ewn El-Dadat bombebaran kirin.

Meclisê da xuyakirin ku duh komeke çeteyên Diri El-Furat, hewl dan ku ji sê aliyan ve bikeve gundê El-Mihsinlî û got: “Hêzên me bersiv dan hewldana çeteyan a têketina gund, hewldana çeteyan têk çû û 2 çete hatin kuştin.”

Meclisê eşkere kir ku di nava 2 rojên derbasbûyî de, 45 topên hawanê û guleyên tankan ji aliyê dewleta Tirk ve hatine avêtin û got: “Dewleta Tirk a dagirker hema bêje rojane bi hemû cureyên çekan êrîşî herêmên Bakur û Bakur-Rojavayê Minbicê dike.”

Back to top button