Desteya rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên dagirkeriya Tirk daxuyaniyek da

Li dijî gef û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava tevgerê de ne. Îro jî li gelek deveran êrişên dagirkeriyê hatin şermezaririn û peyama berxwedan û parastina herêmê hatin dayîn. Her wiha bang li civaka navnetewî hate kirin li dijî êrişên ser herêmê bi berpirsyariyên xwe rabe.

Li dijî gef û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê û planên wê yên guhertina demogarfiya herêmên dagirkirî, gelê herêmê di nava çalakiyan de ne û helwesta xwe nîşan didin.

Îro Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gef û êrişên dagirkeriya Tirk daxyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna rûspiyên êlên Kurd û Ereb li bajarê Qamişlo hate dayîn.

Di daxuyanuyê de hate gotin armanca dagirkeriya Tirk ji projeya herêma qaşo biewle ew e ku şêniyên wê yên resen ji herêmê bide koçberkirin û li şûna wan çeteyan bi cih bike, da ku herêmên nû ji axa Sûriyê dagir bike.

Rûspiyan bang li hêzên demokratîk-azadîxwaz û gelên herêmê kir ku bi yekîtî û hevgirtina xwe li dijî van êrişan bisekinin.

Koçberên Serê Kaniyê li kampa Waşûkanî li dijî planên guhertina demokrafîk meşiyan

Koçberên Serê Kaniyê li Kampa Waşûkanî li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û planên wê yên guhertina demografiya herêmê meşiyan.

Li ser navê koçberên Serê Kaniyê daxuyanî hate dayîn û sûc, êrişên dagirkeriya Tirk li herêmê û planên wê yên guhertina demografiya herêmê hatin şermezarkirin.

Koçberên Serê Kaniyê bang li hêzên garantor kir ku li beramberî van êrişan bi erka xwe rabin.

Desteyên Aborî û ya çandinî û avdanê li dijî êrişan daxuyaniyek dan

Desteyên Aborî û ya Çandinî û Avdanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi heman armancê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyan de hat diyar kirin ku dagirkeriya Tirk di dema çandiniyê de êrişên xwe zêde kirine û di encama êrişan de zeviyên çandniyê hatin şewtandin û zirar li rewşa jiyanî ya welatyan bû.

Desteyên Aborî û ya Çandinî û Avdanê bang li civaka navnetewî kir ku destwerdanê bikin û rê li ber êrişên dagirkeriya Tirk bigirin.

Meclisa Edaleta Civakî û Yekîtiya Parêzerên herêma Firatê êriş dewleta Tirk şermezar kir

Meclisa Edaleta Civakî û Yekîtiya Parêzerên Herêma Firatê jî bi daxuyaniyekê gefên dagirkeriya Tirk li ser herêmê şermezar kir û got, êrişên dagirkeriya Tirk wê rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê veke û ewlehiya herêm û cîhanê bixe xeteriyê.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navnetewî hate kirin li beramberî van gefan bi erka xwe rabe û êrişên dagikeriya Tirk li ser herêmê rawestîne.

Her wiha bang li bang li gelên herêmê hate kirin li dijî êrişan bibin yek û hevgirtina xwe xurt bikin.

Meclisa Sûriya Pêşerojê li Şehbayê li dijî gef û êrişên dagirkeriya Tirk daxuyanî da

Meclisa Sûriya Pêşerojê li Şehbayê bi heman armancê daxuyaniyek da.

Meclisa Sûriya Pêşerojê diyar kir ku armanca Erdogan ji herêma ku navê herêma biewle lê dike dewamkirina şer û aloziya li herêmê ye.

Meclisê bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî planên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê bisekinin û dawî li dagirkeriyê bînin.

Meclisa navçeya Cirin ya Girê Spî êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir

Meclisa Navçeya Cirin ya li rojavayê Girê Spî jî bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya tirk ên li ser gundên li nêzî eniyên şer şermezar kir.

Meclisê diyar kir ku tevî hemû êrişan şênî bi axa xwe ve girêdayî ne û dê li hemberî êrişan li ber xwe bidin.

Back to top button