MAZLÛM EBDÎ: OPERASYONÊN LI DIJÎ DAIŞ’Ê DIDOMIN

Şandeya Sêwêdî hevdîtin bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî re kir.
Mazlûm Ebdî di hevdîtinê de diyar kir ku, ew ji bo danûnstandina bi Tirkiyê û aliyên Sûrî re amade ne.
Ebdî ji şandeya Swêdî xweset, gefên Dewleta Tirk ên temenê DAIŞ’ê dirêj dikin, sînor dar bike.

 

Piştî hevdîtinên li gel saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, Kongra Star û serdana mala birîndaran, şandeya Swêdî bi fermandarê Giştî y QSD’ê Mazlûm Ebdî re civiya.

Di hevdîtina ku li navenda têkiliyên QSD’ê ya li Qamişlo pêk hat de, Mazlûm Ebdî, Endama fermandriya YPJ’ê Newroz Ehmed û hejmarek ji fermandaran amade bûn..

Nûnerê Navneteweyî yê dosyaya Sûriyê Bar Ornioz serkeftina QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê bi qhremaniyê bi nav kir û teqezî li ser dewamkirina destekdayina Swêdê ji hêzên leşkerî û Rêveberiya Xweser re kir.

Di civînê de Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku, ew nû ji şer derketine, lê ji ber şaneyên razayî yên DAIŞ’ê metirisyeke mezin li ser ewlehiya herêmê û Cîhanê ye, operasyonên wan didomin..

MAZLÛM EBDÎ:
GEFÊN DEWLETA TIRK Û RÊJÎMA SÛRÎ TEMANÊ ŞANEYÊN DAIŞ DIRÊJ DIKE

Ebdî destnîşan kir ku, gefên Dewleta Tirk a dagirker û Rêjîma Sûrî, temanên şaneyên razayî zêde dike û pêvajoya tinekirina DAIŞ’ê zehmet dike.

MAZLÛM EBDÎ:
KOALÎSYON HEWL DIDE NAVBERA HERÊMÊ Û TIRKIYÊ ÇARESER BIKE

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Îşaret bi xebatên dîplomatîk jî kir û da zanîn ku Koalîsyona Navdewletî hewl dide, pirsgirêkên navbera Bakur û Rojhilatê Sûrî û Tirkiyê ji holê rakin..

Li ser vê yekê Mazlûm Ebdî teqez kir ku, çi ji aliyê Sûrî de be, çi jî bi Tirkiyê re be, ew dixwazin lihevkirin çêbibe.

MAZLÛM EBDÎ:
EM AMADE NE BI HER ALÎ RE LI HEV BIKIN

Ebdî got, dûrî şer, em gelek girîngiyê didin çareseriya siyasî û aştiyane.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ev daxwaz ji şandeya Swêdî kir..

Roleke cidî di çareseriya aloziya siyasî ya aloziya Sûriyê de bilîze.

MAZLÛM EBDÎ JI ŞANDEYA SWÊDÎ RE:
GEFÊN DEWLETA TIRK LI SER HERÊMÊ RAWESTÎNIN

Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûrî beşdarî çarseriyê bikin.

Ji bo gefên Tirkiyê rawestin, lihevkirinekê navbera herêmê û Tirkiyê de peyda bike..

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, Şandeya Sêwî ji nûnerê Navneteweyî yê dosyaya Sûriyê Bar Ornioz,

berpirsê dosyaya Sûriyê di wezareta karê derve ya Swêdê Cariwan Weinbach,

berpirsê bernameya alîakriyê ya Cîhanî û şêwirmenda qanûnî Afîn Çitîn hebûn û nûnerê Rêveberiya Xweser a li Swêd û Sekndenviya Sêtr û Kurdexî pêk dihat.

Li gorî agahiyên me wergitine, wê di rojên bê de hevdîtinên bi vî rengî dewam bikin..

Tê payîn jî şande îro ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkve.

Leave a Reply

Back to top button