Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê derbarê madeyên ku nabe ji herêman bên veguhestin û qedexene derkevin ji derveyî herêmên rêveberiya Xweser, biryarnameyek weşand. Rêveberiya Xweser di Biryarnameya xwe de got: Nabe Genim ji derveyî herêmê bê derxistin.
Li gorî Biryarnameyê,
-Nabe Genim di navbera herêman de bê veguhestin û ger bê veguhestin, divê bi kaxezeke fermî ji Şîrketa Pêşxistina Candiniya Civakî be…
Dema ku biryar were binpêkirin, li gorî vê ceza tê birîn:
-Cezayê veguhestina Genim di navber 1000 dolar heta 10000 dolarî ye..
Ji bo cara duyem jî, yên Genim veguhezîne û were girtin, ceza girtîgehê yê salekê û 5000 dolar lê tê birîn..
Divê Genim ji bo Şîrketa pêşxistina Çandiniya Civakî li beramberî her Kîloyekê 2200 L.S bê dayîn..
– Ji bo amûra veguhestina Genim ya girtî, were berdan jî, xerameta 20 ji sedî ji heqê madeya barkirî tê ferzkirin.