Bi sedan şêniyên Tirbespiyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist.
Bi diruşma “Bi vîna gelan û gerîla em ê dagirkerî û îxanetê têk bibin” meş bi rêve çû.
Beşdarên meş li pêş navenda Kongra Star a li rojhilatê navçeyê kom bûn û pankartên “Bi vîna gelan û gerîla em ê dagirkerî û îxanetê têk bibin”, alên QSD’ê û wêneyên şehîdan hildan.
Meş li sûka navendî geriya û li Qada Çerxerêya Azadî ya li bakurê navçeyê vegerî mîtîngê.
Meş bi durişmên silavkirina QSD’ê meş bi dawî bû.