Îro çalakiyên konvedanê ku Însiyatîfa Sûriyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Kongra Star li taxa Eşrefiyê ya Helebê ji bo rakirina tecrîda li rêber Ocalan li dar xistine, bi dawî bûn.
Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, HPC, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Tevgera Hîlala Zêrîn, Meclisa Taxa Şehîd Gelhat a beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê beşdar bûn.
Di çalakiya konvedanê de endama Tevgera Şoreşger a Sûriyê Ronahî Xelîl tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û wiha got: “Ev tecrîd ne tenê li ser rêber Ocalan e, lê belê li ser tevahî gelên bawerî bi fikir û felsefeya wî dikin.”
Li aliyekî din jî endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêro Mihemed bang li dewlet û rêxistinên peywendîdar kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan rakin.
Her wiha endamê rêveber ê HPC’ê Fehmî Hemdî wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker ji fikrê rêber Ocalan ditirse, ji lew re tecrîdê giran dike.
Piştre sînevîzyonek li ser komploya li dijî rêber Ocalan hate pêşandan.
Çalakiya konvedanê bi daxuyaniyekê bi dawî bû.