Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku di du rojên derbasbûyî de zêdetirî carekê navenda hêzên wan li Zirganê hate topbarankirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de li ser herêmê daxuyaniyek da û got:
“Dewleta Tirk û çeteyên wê 2’ê Hazîranê dehan muşek û hawan avîdîtin navenda Zirganê û ev yek jî berdewama binpêkirina peymana navneteweyî ye.”
Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştrast kir ku navendên xizmetguzariyên giştî û navenda hêzên wan di du rojên borî de bi zêdetirî carekê hatin topbarankirin û gelek zirarên madî çêbûne.
Her wiha hêzên ewlekariyê dazanîn ku di encama topbaranan de gelek welatî birîndar bûn.