Artêşa Tirk gundên Minbic û Babê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya çend kêliyan careke dest bi êriş û topbarankiirna herêmê kir.
Taybet gundewarê Minbic û Babê bûn armanca êrişan.

Navenda Ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand artêşa Tirk û çeteyên wê yên li baregeha Şêx Nasir a li rojavayê Minbicê bi cih bûne, gundên Korhorîk, Boxaz û Kawiklî topbaran dikin.

Deverên navborî bi 70 guleyên moşek û hawinan hatin armancgirtin.

Heta amadekirina vê nûçeyê jî topbaran dewam dikir.

Li Şêrawa û Minbicê yek jê zarok 2 kes birîndar bûn

Duh êvarî jî dewleta Tirk gundê Tinibê yê navçeya Şêrawayê topbaran kir.

Di topbarana artêşa dagirker de zarokê bi navê Hesen Mihemed Mistefa yê 13 salî, dema li ber pezê xwe bû bi giranî birîndar bû.

Tevî wî, 10 pez jî mirin.

Heman rojê artêşa dagirker bi awayekî dijwar g​​​undê Korik ê Girê Spî jî topbaran kir

Li wir jî welatiyê bi navê Mihemed Îsmaîl birîndar bû.

Back to top button