Artêşa Tirk gundên Şêrawa, Minbic û Babê topbaran kirin

Îro jî êrişên dewleta Tirk ji seetên sibehê ve destpê kirin.
Êriş destpêkê li ser gundên Minbic û Babê bûn, paşê û mîna her roj gundên Şehba û Efrînê jî hatin topbarankirin.

Gundê navçeya Şêrawa Qinêtre berî çend se’etan bi dijwarî jialiyê dagirkeran ve hat topbarankirin.

Hate ragihandin zêdetirî 10 guleyên obîsan li gund ketine.

Duh êvarî jî gundê Tinibê yê heman navçeyê bû armanca êrişan û di encamê de zarokê 13 salî Hesen Mihemed Mistefa dema li ber pezê xwe bû bi giranî birîndar bû.

Tevî wî, 10 pez jî mirin.

Gundên Minbic û Babê jî vê sibê hat topbarankirin.

Navenda Ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand dagirkeran ji baregeha Şêx Nasir a li rojavayê Minbicê, gundên Korhorîk, Boxaz û Kawiklî topbaran Kirin.

Deverên navborî bi 70 guleyên moşek û hawinan hatin armancgirtin.

Back to top button