Serokê DYA Biden: “Êdî bese”

Amerîka dixwaze dawî li kabosa êrişên biçek bîne.
Serokê DYA Joe Biden piştî êrişên biçek yên li ser hev ku li welat pêk tên, saetên şevê de derket pêşiya kamereyan û ji raya giştî ya welat re axivî.
Biden got, “Êdî bese” û banga qanûneke lezgîn a çekan kir.
Biden ji bo rewşa heyî jî Senatorên Komarparêz rexne kir.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Joe Biden daxwaz ji Kongresê kir ku rêkeftinên yasayî pêk bîne da ku di zûtirîn dem de kirîna çekan zehmet bibe.

Joe Biden got,

“Ji bo Xwedê emê çend komkujiyên din derbas bikin?”

Biden bi bîr xist ku ji bo guhertina yasaya ku ji aliyê partiya wî ya Demokrat ve ji Kongreyê re hatiye dayîn, hewl tê dayîn kirîna çekan zehmetir bikin.

Temenê kirîna çekan ji 18 salî bibe 21 salî.

Bi vê yekê re mercên kirîna çekan têne zehmetkirin û frotina çekan ya ji derveyî navedên fermî ve bêne dayîn.

Biden diyar kir ku ev hemû hewldan ji aliyê endamên partiya Komarparêz ên Kongreyê ve hatin astengkirin û ev tişt anî ziman:

“Em nikarin di vê mijarê de careke din gelê Amerîkayê bêhêvî bikin.

Ez ji Komarparêzan dixwazim pêşî li qanûnên çekan negirin.”

Ji bo qanûnek li Senatoyê ku hejmara endamên partiyên Demokrat û Komarparêz 50-50 ye bê qebûlkirin, divê 60 endam piştgiriyê bidin.

Ji ber vê yekê Biden dibêje, ji bo derxistina qanûnên çekan pêwîstiya wî bi 10 endamên partiya Komarparêz heye.

Serokê DYA rexne li kêmbûna piştgirîya Komarîyan kir û got,

“Li Amerîkayê yekane cîhê ku di vê mijarê de ji sedî 60 piştgirî nabînin Senatoya Amerîkayê ye.”

Joe Biden û hevjîna wî herî dawî serdana bajarê Uvalde yê Teksasê ya êrişek çekdarî li ser dibistanekê pêk hatî kiribûn.

Biden got: Ji me hemûyan re tenê yek peyamek hebû: ‘Tiştekî bikin.

Niha tiştek bikin.

Ji bo Xwedê tiştekî bikin.”

Back to top button