Kanada wê tazmînatê bide xelkê xwecihî yê xaka wan hatî desteserkirin

Piraniya welatên cîhanê yên xwe niha weke navenda demokrasiyê dibînin, dîroka wan ji komkujî û neheqiyê tije ye.Yek ji wan jî Kanada ye.
Hikumeta Kanada ya di sedsala 20’î de xaka xwecihên li welat desteserkiribû niha dixwaze xwe bide efûkirin.
Hikumeta Kanadayê wê bi 1.3 milyar dolarê kanadayê tazmînatê bide xelkê xwecihî.

Doh Serokwezîrê Kanadayê Jûstîn Trûdeaû li bajarê Albertayê tevlî merasîmekê bû ku ev herêm a xelkê xwecihî Sîksîka ye.

Trûdeaû di merasîmê de got, “Em îro ji bo neheqiyeke berê çareser bikin li vir in.”

Di sala 1910’an de hikumeta Kanadayê dest danîbû ser zêdeyî nîvê xaka xelkê Sîksîkayê.

Li gel peymaneke ku beriya 30 salî hate çêkirin, xaka xwecihiyan ji niştecihên cuda re hatibû firotin.

Trûdeaû diyar kir ku Kanadayê bi vê cemawerîkirinê re karekî ‘ne hêjayî xwe’ kiriye û civak ji xaka dewlemend a çandiniyê û mîneral bêpar hiştiye.

Hikumeta Kanadayê wê bi 1.3 milyar dolarê kanadayê tazmînatê bide xelkê xwecihî.

Wezîrê Têkiliya bi Xwecihiyan re Mark Mîller jî got,

“Ev peyman rabirdûyê telafî neke jî em hêvîdar in ku ji bo nifşê heyî û nifşên bê bibe wesîleya paşerojeke baştir.”

Şêfê neteweyî yê Sîksîka Oûray Crowfoot jî got,

“Şêweyê jiyana me guherî.

Wê ti carî mîna berê nebe, ti tişt wê li wê derê şûna wan danegire.”

Crowfoot anî ziman ku civak niha dixwaze bi pêş ve biçe û anî ziman ku li gel vê yekê divê gel çand, kevneşopî û zimanê xwe nû bike.

Crowfoot anîz iman ku zimanê Blackfoodê niha li lewhayên rê yên herêmê têne bikaranîn û got,

“Em gelekî xurt in. Ne tenê sax dimînin, di heman demê de ber bi serdema aramiyê ve diçin.”

Vê peymanê daxwazeke neteweya Sîksîka ku ji salên 1960’î ve bi lêv dike, bi dawî kir.

Mijdara 2021’ê de herdu aliyan bi danûstandinan li hev kiribûn û Kanûna derbasbûyî jî bi dengdana civakê hatibû pejirandin.

Back to top button