ENAG: Efflasyon ji sedî 160 zêde bûye

Civaka Tirkiye ji ber polîtîkayên Serokomarê Tirkiye Erdogan perîşan bûye.
Êdî pêdiviyên jiyanî ewqas biha bûne ku welatî li cihê kîlo yan nîvkîloyan, pêdiviyên xwe bi heb-hebî dikirin.
Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) rêjeya enflasyonê eşkere kir.
Komê ragihand ku di meha Gulanê de enflasyona salane ji sedî 160 derbas kiriye.

Li gorî vê yekê daneyên enflasyona salane di ser ji sedî 160’î re ye.

Endeksa Buhayê Mezêxer a ENAGrup (E-TUFE) diyar kir ku rêjeya enflasyonê meha Gulanê ji sedî 5.46 zêde bû.

Di nava 12 mehan de jî E-TUFE bû ji sedî 160.76.

Endeksa Buhayê Mezêxer di meha Nîsanê de E-TUFE ji bo 12 mehan ji sedî 156.86 tespît kiribû.

Enflasyona mehane jî ji sedî 8.68 eşkere kiribû.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP ku tekane partiya mixalîf ya li Tirkiyê ye di her fersendê de balê dikişîne ser polîtîkayên têkçûyî yên rejîma AKP’ê.

Beriya niha Berdevkê Koma HDP’ê li Meclisê Sarohan Oluç ji ber hejariya li welat rejîma AKP’ê tewambar kiribû û got:

Ev rejîm aboriya welat têk dibe.

Back to top button