Polîsên Tirk li 10 bajaran bi ser malan de girtin bi dehan kes binçav kirin

Operesyona qirkirina siyasî ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, dewam dike..
Polîsan îro bi ser avahiya Kongreya Demokratîk a Gelan a li Stenbolê de girtin.
Li gel vê derbarê 42 kesan lêpirsîn hatiye destpêkirin. HDP’ê, Kongreya Demokratîk a Gelan û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê bertek nîşan dan.

Polîsan di saetên serê sibê de bi ser avahiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a li navçeya Beyoglû ya Stenbolê de girtin.

Di serdegirtinê de, tevî xerabkirinê gelek amûr jî hatin desteserkirin.

Hat ragihadnin li 10 bajaran bi ser gelek malan de hat girtin û der barê 42 kesan de biryara binçavkirinê heye.

Her wiha polîsan bi ser avahiya Komeleya Çavdêriya Koçê ya Stenbolê de jî girtin.

Di serdegirtinên 5 bajaran de der barê 28 kesan de biryara binçavkirinê heye û 22 kes hatine binçavkirin.

Li Wan, Çewlig û Amedê jî bi ser gelek malan de hat girtin.

Rojnamevan Dîcle Muftuoglû hat binçavkirin

Hevseroka HDP’a Çewligê ya Berê Saadet Firat û Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglû jî di nav de, 8 kes hatin binçavkirin.

Derbarê rojnamevan Bêrîvan Altan jî lêpirsîn hat vekirin

Li aliyê din ji ber nûçeyekê, der barê nûçegihana Ajansa Mezopotamya Bêrîvan Altan de, lêpirsîn hat destpêkirin.

18 jinên li Êlihê hatin binçavkirin sewqî edliyê hatin kirin

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Êlihê de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 18 jinên siyasetmedar û hunermend di navbera 31’ê gulanê û 1’ê hezîranê de hatibûn binçavkirin.

Jinên binçavkirî ji bo edliyeya Êlihê hatin şandin.

MYK’ê: Ev êrişeke tirsoneke, li derveyî hiqûqê ye

Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), jî bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşan da.

HDP’ê bi sernavê “Êrişa li dijî avahiya Kongreya Demokratîk a Gelan ferzkirina hişmendiya yekkesî ye” êriş şermezar kir.

HDP’ê ragihandin ku ev êrişeke tirsonekî û li derveyî hiqûqê ye û ev tişt got:

Hûn çi dikin bikin, êriş dikin bikin hûn ê winda bikin.

HDP bi pêkhateyên xwe ve wê paşeroja vî welatî bi mejiyekî demokratîk ji nû ve ava bike.

HDK’ê jî serdegirtina navenda HDK şermezar kir

Bi heman armancê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo şermezarkirina operasyona qirkirina siyasî ya li 10 bajaran, li ber avahiya navenda xwe ya giştî çalakiyek li darxist.

DFG, MKGP û CFWIJ’ê banga berdana rojnameger Dîcle Muftuoglu kir

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê; Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Koalîsyona Jinan a di Rojnamevaniyê de (CFWIJ) bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Dîcle Muftuoglu dan û xwestin ku Dîcle berdan.

Her wiha gotin:

Girtina hevala me Dîcle Mufuoglu jî berdewamiya vê zextê ye.

Banga me li her kesê ji xwe re dibêjin em rojnemgerên bi rûmet in ew e ku li dijî vê derhiqûqiyê piştgirî û piştevaniyê bikin.

Li Stenbol, Wan, Amed û Çewligê polîsan bi dehan kes binçav kirin

Back to top button