Welîde Botî: Dadgeha Tirkiyê dijberî qanûnên navnetewî û nirxên mirovahiyê ye

Endamên Koordînasyona Kongra Star cezayê li Çîçek Kobanê hatî birin şermezarkirin û diyar kirin ku cezayê li Çîçek Kobanê hatî birîn, êrişa li ser nasname, têkoşîn û destkeftiyên jinan e û gotin: Ev biryar dijberî qanûnên navnetewî û nirxên mirovatiyê ye.

Dadgeha dewleta Tirk di 28`ê Gulanê de cezayê heta heta yê li Çîçek Kobanê birî.

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî û Berdevka Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Macîde Hesûn dadgeha Tirk û cezayê li Çîçek Kobanê hatî birin nirxandin.

Welîde Botî diyar kir ku bi hezaran girtiyên jin di girtîgehên dewleta Tirk de rastî binpêkirinên hiqûqî û mirovî tên.

Welîde Botî da zanîn ku Çîçek Kobanê li dijî qanûnên navnetewî hate girtin û darezandin.

Welîde Botî diyar kir dewleta Tirk dixwaze tola tevahî çeteyên DAIŞ’ê yên bi destê DAIŞ’ê têk çûyîn hil de, ji ber wê bi hemû hêza xwe hewl dide vana jina têkoşer têk bibe.

Welîde Botî bang bêhelwestiya rêxistinên hiqûqî û navneteweyî di gelek dosyayên hiqûqî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rexne kir ev bang bang kir: “Dewleta Tirk hemû pîvanên navneteweyî bin pê dike.

Divê AKP`ê û Erdogan ji hemû sûcên ku kirine werin darizandin.”

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî destnîşankir ku divê her kes li gorî rêgez û pîvanên parastina cehwerî xwe rêxistin bikin û li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bisekinin.

Mecîde Hesûn: Ev biryar li dijî nasname, têkoşîna destkeftiyên jinan e

Firatê Macîde Hesûn jî cezayê li çîek Kobanê hatî birin wekî êrişa li ser nasname, têkoşîn û destkeftiyên jinan bi nav kir.

Macîde Hesûn dewleta tirk bi hezaran kiryar li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne lê bê ceza dimînin.

Macîde Hesûn teqez kir ku ewê tu caran cezayê hatî birin qebûl nekin û asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Back to top button