
Hefteya Wêjeyî ya ku Dîwana wêjeyê ya bakur û Rojhilatê Sûriyê cara yekê li Rojavayê Kurdistanê dabû destpêkirin, di roja xwe ya şeşan de bi bi dawî bû. Di nava van rojan de semîner hatin dayîn, helbest hatin xwendin û panêl hatin lidarxistin.
Bi armanca pêşxistina zanist û wêjeyê Dîwana wêjeyê ya bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya “Wêje Vedenga Êş û Hêviyên Civakê ye” hefteya Wêjeyî di 28″ ê Gulanê de li Hola El- Burc a bajarê Qamişlo dabû destpêkirin di roja 6’an de bi dawî bû.
Di nava vê hefteyê de gelek semîr hatind ayîn, helbest hatin xwendin û panêl hatin li darxistin.
Endama Yekîtiya Rewşenbîran a Amûdê Civîn Hebîb derbarê Hefteya Wêjeyî de axivî û da zanîn ku rola pênûsa jinê di wêjeya Kurdî de girîng e û wêjeya kurdî zengîn û rengîn kir.
Civîn Hebîb destnîşan kir ku di Hefteya Wêjeyî de du roj ji bo mijarên girêdayî jinan hate veqetandin.
Endama Yekîtiya Rewşenbîran a Amûdê Civîn Hebîb di dawiyê de anî ziman ku hêviya wan ew e ku ji bo demên pêş ev çalakî berfirhtir bibe û bikeve di nav civakê de ji bo sûdekî mezintir werê girtin ku hişmendiyê pêş dixe.