Parêzer Margaret Owen: Tecrîda li ser Ocalan bi dawî bikin

Parêzvana Mafê Jiyanê parêzer Margaret Owen bertek nîşanî tecrîda li ser Rêber Apo da û got,
“Tecrîdê bi dawî bikin û PKK’ê jî ji lîsta terorê derxînin.”

Bi pêşengiya Kongra Star 75 rêxistinên jinan û gelek rojnameger, nivîskar, li dijî şer di 16’ê Gulanê de nameyeke vekirî şandin Sekreterya Giştî ya NY’ê û Rêxistina Jinan.

Di nameyê de hat diyar kirin ku êrîiên Tirkiyê nikarin bê qebûlkirin û divê mekanîzmayên pêwist bikevin dewrê.

Parêzvana Mafê Jiyanê parêzer Margaret Owen bi salane ligel têkoşîna gelê kurd cih digire.

Di heman demê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di gelek kampanya de cih girtiye û endama Kampanya Aştiyê ya Kurdistanê ye.

Margaret Rêber APO wek ‘Mandelayê Kurd’ vedinase û dibêje:

Heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî nebe aştî ne pêkan e.

Parêzer Margaret Owen: Êrişên dewleta Tirk yên bi hevkariya PDK’ê pêk tên qirkirin e

Parêzer Margaret anî ziman ku Tirkiye çekên kîmyewî di şer de bi kar tîne û wiha domand:

Êrîşên li hember kurdan her tim ji nedîtîve hat.

Ez bang dikim ku PKK’ê ji lîsteya terorê derxînin.

Êrîşên ku AKP-MHP bi hevkariya PDK’ê pêk tîne qirkirin e.

Azadiya Rêber Apo Margaret Owen: Divê fikrê Ocalan li hemû cîhanê bê belavkirin

Margaret Owen destnîşan kir ku Abdullah Ocalan, HDP, gelê kurd, parêzer, akademîsyen û aktîvîstên jin bi salane çareseriyê dixwazin û wiha bi dawî kir.

Divê hemû gel bi paradîgmaya Abdullah Ocalan bên temsîlkirin.

Ez bang li hemû cîhanê dikim ku fikrên Ocalan li hemû cîhanê bê belavkirin.

Back to top button