Hevpeyvîna taybet bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî re

Di van rojan de, dewleta Tirk careke din berê xwe daye Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefên êrişeke nû dixwe.
Herî dawî jî, Erdogan Minbic û Til Rifet weke hedefa xwe nîşan da.
Gelek helwestên navdewletî derketin û neqebûlkirina xwe ji êrişê re eşkere kirin.
Lê belê di vê demê de, herkes li benda helwesta Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ye.
Ji ber vê yekê, Televezyona me hevpeyvîneke taybet bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî re çêkir.
Wê ev hevdîtin îşev saet 10′ were weşandin, hûn dikarin lê temaşe bikin.

Di hevdîtinê de, mijarên QSD’ê çawa van gefan dibîne û ji bo wan xwedî çi amadekirî ye,

Helwestên Rûsya, Amerîka û Hikûmeta Şamê bi çi rengî ne,

Her wiha ji bo jiyana koçberan û xeteriya DAIŞ’ê wê çi rû bide,

Bi fermandar Mezlûm Ebdî re hatin nîqaşkirin.

Îşev saet 10 li hevdîtinê bi giştî temaşe bikin û helwesta QSD’ê hîn bibin.

Back to top button