Dagirkeriya Tirk gundê Şehba û Şêrewa topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şehba û Şêrewayê topbaran kirin. Her wiha çeteyekî dewleta Tirk li dora gundê Mehsenlî yê Minbicê hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Beriya niha bi çend saetan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Wehşiye, Um Hoş, Um Qora û Herbel yên Şehbayê topbaran kirin.

Heta vê kêliyê 10 top li gundê Um Hoş ketine.

Di encama topbaranê de gelek welatî birîndar bûne.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê jî topbaran kirin..

Heta vê kêliyê nêzî 55 obîs li gund ketiye.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: ​​​​​​​​​​​​​​Çeteyekî dewleta Tirk hate kuştin û yek jî birîndar bû

Li gorî malpera Fermî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dora gundê Mehsenlî ya bakurê Minbicê, çeteyekî dewleta Tirk a dagirker hat kuştin û yek jî birîndar bûye..

Ev çeteyên dewleta Tirk dema hewl didan mayînan li wê deverê bi cih bikin bûne hedef.

Back to top button