Mezlûm Ebdî: Em ne şerxwaz in, lê ger êriş bike, em ê berxwedaneke dîrokî bimeşînin

Girêdayê gefênê nû yên Erdogan Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ji bo nirxandina rewşa dawî û gefên Erdogna bû mêvanê bernameya taybeta a Televîzyona me.

Mezlûm Ebdî teqez kir ku eger artêşa dagirker êriş bikin, wê berxwedaneke dîrokî bimeşînin.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku ew gefên dewleta Tirk cidî dibînin lewma heger êriş kirin wê li ber xwebidin û li dijî êrişan bersiv bidin.

Girêdayê rewşa koçberan Mezlûm Ebdî da zanîn ku heger êriş bikin wê jiyana bi milyonan koçber têkeve xeteriyê.

Li hêleke din Fermandarê Giştî yê QSD’ê destnîşan kir ku ji bo êrişeke bi vî rengî şerê DAIŞ’ê qels dibe û tevlihevî li Sûriyê çêbibe.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî têkildarî helwesta Rûsya û DYA ev yek got:

“DYA, NY, Rûsya û rejîma Sûrî heta niha li hember êrişeke Tirkî xwedî helwest in.

Em bawer in ku wê helwestên dijberî êrişê dewam bikin.

Lê divê xurtir bin.”

Back to top button