Dagirkeriya Tirk gundê Şehba û Şêrewa topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker gundên Til Temir, Şehba û Şêrawa da ber topan.
Di encama topbarana li Şehbayê de gelek welatî birîndar bûne.

Dagirkeran gundê Til Cuma û Dirdarê yên Til Temirê topbaran kirin.

Duh derengiya şevî jî Dagirkeriya Tirk gundên Ehrez, Herbel, Til Qirah ên Şehbayê topbaran kirin.

Beriya wê jî gundên Wehşiye, Um Hoş û Um Qora rastî êrişan hat.

Di encamê de gelek welatî birîndar bûn.

Li hêleke din dewleta Tirk gundê Bênê yê navçeya Şêrawa jî topbaran kirin..

Di vê çarçoveyê de Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku li dora gundê Mehsenlî yê, çeteyek hat kuştin û yek jî birîndar bûye.

Ev çeteyên dewleta Tirk dema hewl didan mayînan li wê deverê bi cih bikin bûne hedef.

Back to top button