Dewleta Tirk gundên Til Temirê topbaran kir û 6 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn.
Artêşa dewleta Tirk gundê Til Cuma, Dirdara û Um El-Kêf yên Til Temirê topbaran kir.
Di êrişa li dijî gundê Um El-Kêf de 6 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn, navên wan jî wiha ne:
Mihemed Omer El-Omer, Usama Mehmûd Cermanî, Zûlfeqar El-Seyd, Mihemed Berzan,
Elî Emûrî Kenan û Zahir Kezexistiyê.
Birîndar rakirine Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a li navçeya Til Temirê.
Her wiha zirar giha milkên welatiyan û tora kehrebeyê, kehrebe jî li ser navçeya Til Temirê qut bû.