Li çiyayê Qereçox ê Mexmûra Musilê 13 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Berdevkê Fermandariya Giştî yê Artêşa Iraqê ragihand:
”13 çeteyên DAIŞ’ê li çiyayê Qereçox hatin kuştin û gelek stargehên çeteyan jî hatine hedef girtin.”
Yihya Resûl her wiha eşkere kir ku di operasyoneke din ya li Diyale û Kerkukê gelek stargehên çeteyan bûn armanc.
Li gorî Yihya Resûl ew stargeh cihê çeteyan yên veşartinê bûn û li wir perwerde didîtin.