Endamên Hêzên Parastina Civakê Jin yadê Evîn û Hacer bi armanca parastina zeviyan ji şewatê, tevî temenên xwe yên mezin li ber tava rojê disekinin û parastina zeviyên gel dikin.
Rêjeya şewatên zeviyên çandiniyê li çend herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî li Herêma Cizîrê di salên borî de zêde bû.
Sedem jî hin kesên girêdayî dewleta Tirk, şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê û neşiyarbûna hemwelatiyan.
ji bo baldarbûn û rêli pêşwiya ziyan û şewatên zeviyan bigrin, aliyêkê xwediyê zeviyan aliyê din jî Hêzên Parastina Civakê HPC û HPC- Jin dest bi pêngava parastina zeviyan kirin.
Endama Hêzên Parastina Civakê HPC-Jin Evîn Osman ji Gundê Tenûriyê ye.
Yadê Evîn ji bo parastina zeviyên gundê xwe ji şewitandinê, tevlî hemleya parstina zebiyan bûye.
Endama Hêzên Parastina Civakê HPC- Jin Hacer Elî anî ziman ku gel bi çandian zeviyan debara jiyana xw dikin û ger zeviyên wan bê şewitandin dê zirarên mezin bigihêjin wan.