
Aktîvîstên jin ên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê îro bi civîneke çapemeniyê Însiyatîfa “Nûn ji bo Azadiya Ocalan” ragihand.. Armanca îsyatifê azadiya fîzîk ya Rêber Apo, nasandina fikir û felsefeya wî ye. Însiyatifê got; “Çareseriya tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo pêkan e.”
Însiyatîfa “nûn ji bo azadiya Ocalan” Li paytexta Lubnan Beyrûtê hat ragihandin .
Jinên ji 8 welatên Rojhilata navîn û bakurê Efrîkayê tê de cihê xwe digrin.
Gelek jin bi riya zûmê tevlî insyatîfê bûn û nerînên xwe pêşkêş kirin .
Di civîna çapemeniyê de endama Însiyatîfê Sebah Şiêb daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha wiha hat gotin;
“Bi destên Lubnanî, Filistînî, Iraqî, Lîbyayî, Yemenî, Sûrî, Misirî û Sûdanî, me gavên yekemîn ên însiyatîfê avêtin.
Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan, însiyatîfa komeke jinên aktîvîst û hiquqnasên ji hemû welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ye.
Dema azadiya Rêber Ocalan hatiye.
Azadiya Rêber Apo tevî dawîkirina şer û komkujiyên li Kurdistanê, wê demokratîkirina Tirkiyê, û jiyana azad û yekitiya gelên Rojhilata Navîn jî bi xwe re bîne. ”
Armanca însyatifê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û nasandina fikir û felsefeya wî ye.
Di insyatîfê de li ser fêmkirina felsefeya Rêber Apo û pêşxistina kampanya ji Ocalan re azadî, nîqaş pêk hatin .
Çalekvanên ji derve tekez kirin ku ew ê felsefeya azadîparêz a demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê, bi biryardarî û coşeke mezin belavî tevahiya cîhanê bikin.
Têkildarî rêbazên têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo jî însyatifê ev bang kir:
“Em bang li rêxistin, sazî û aliyên navneteweyî yên peywendîdar ên hiqûqî û siyasî, dadgeha mafên mirovan a Ewropa û CPT dikin ku vê dozê, di ber çavan re derbas bikin û binpêkirinan eşkere bikin.
Em bang li tevahî gelên cihanê dikin ku têkoşîna xwe di vê derbarê de xurt bikin.”