Hêvîn Ebdo: Zor û zehmetî hebin jî, em dest ji têkoşîn û berxwedanê bernadin

Hevseroka Meclisa Kampa Waşokanî Hêvîn Ebdo anî ziman ku koçberên kampa waşokanî bi hatina Havînê re gelek zehmetiyan dikişînin. Lê ji bo têkbirina polîtîkaya dagirkeriyê gel di nava berxwedaniyê de ne.

Bi destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê, bi sedhezaran şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî koçberî herêmên din ên Rêveberiya Xweser bûn.

Ji bo bicihkirina koçberan Rêveberiya Xweser li Hesekê Kampa Waşokanî ava kir.

Niha li kampê zêdetirî 4 hezar koçber dimînin.

Rewşa koçberan zehmet e, Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd li gorî derfetên xwe hewl didin bi koçberan re bibin alîkar.

Hevseroka Meclisa Kampa Waşokanî li ser zehmetiyên ku ew di kampan de dimînin axivî.

Hêvîn Ebdo diyar kir ku pêwîstiya koçberan bi gelek pêdiviyan heye, bi taybet bi derketina aloziya aborî rewş xerabtir bûye û rêxistinên mirovî li hemberî vê yekê çavên xwe girtine.

Hêvîn Ebdo anî ziman ku bi hatina demsala havînê re rewşa koçberan zehmetir dibe bi taybet kesên temen mezin.

Hêvîn Ebdo da zanîn ku koçber hemû zehmetiyan tehemûl dikin tenê ji bo vegera li mal û milkên xwe ye û wiha bi dawî kir:

Êdî koçber jî gihîştine wê baweriyê ku komployek li dijî wan tê meşandin ew jî bi berxwedana xwe bersiv didin wê komployê. Her koçberek dibêje em tiştek ji saziyên mafên mirovan naxwazin em mal, bajar û welatê xwe dixwazin em dagirkeriyê qebûl nakin.”

Yek ji koçberên di kampa Waşokanî de: Em ê bi rêxistinbûyîna xwe dagirkeriyê têk bibin

Emîna Mihemed koçberek ji Serêkaniyê ye, anî ziman ku ew bi darê zorê ji warê xwe hatin koçberkirin. Lê rêxistinên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin, li hemberî kirinên deweleta Tirk bê deng in.

Em ketina demsala Havînê jî, dunya pir germe.

Pêwîstiya konên me bi guhertinê heye êdî tê de nema jiyan dibe.

Av jî kêm bûye û rêxistinên mirovî tu alîkarî pêşkêş nakin

Rêveriya Xweser li gorî derfertên xwe bi me re dibe alîkar.

Em ê rêxistinbûyîna xwe xurt bikin da ku dagirkeriyê têk bibin.

Back to top button