Li Efrînê şênî dîsa li dijî dagirkeriya Tirk daketin qadan

Xwepêşandanên li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî zêde dibin.
Xwepêşandanên li dijî dagirkeriya Tirk li Efrîn û Mariê duh careke din li dar ketin.

Çavkaniyên herêmê ragihanin ku bi sedan şênî li Efrîn û Mariê dîsa daketine qadan .

Xwepêşandêr tê de siyasetên dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî şermezar dikin.

Xwepêşandêran, bang dikin ku dagirkeriya Tirk ji herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê derkeve.

Her wiha roja înê jî , şêniyên herêmên dagirkirî li dijî siyasetên dagirkeriya Tirk daketibûnên kolanan.

Her wiha bi ser avahiyên saziyên girêdayî dagirkeriyê de girtibûn û bi temamî şewitandibûn.

Hêzên dagirkeriya Tirk jî ji bo xwepêşandanan bi dawî bike, gule li dijî şêniyan bi kar anîbû.

Di encamê de bi dehan kes hatibûn kuştin û birîndar bûbûn.

Back to top button