Hêzên Leşkerî yên Reqayê bi merasîmekê Meclisa Leşkerî ya Reqayê ava kir.
Di merasîmê de fermandarên QSD’ê, YPJ’ê û rûspiyên herêma Reqayê amade bûn.
Piştî merasîma leşkerî fremandarê Meclisa Leşkerî yê Reqayê Ferhan El-Esker axivî.
Ferhan El-Esker avakirina Meclisa leşkerî ya Reqayê li hemû şêniyên herêmê pîroz kir û got:
Armanca sereke ji avakirin Meclisa Leşkerî ya Reqayê; parastina herêmê ji hemû êrîşên dagirkera ne.
Heta niha Meclisa leşkerî ya Tebqayê, Girê Spî, Kobanê, Qamişlo û Holê hatine avakirn.
MECLISA LEŞKERÎ YA HOLÊ
PIŞTÎ ROJEKÊ JI RAGIHANDINA MECLISÊ 110 ŞERVAN TEVLÎ BÛN
Her wiha doh jî meslisa herêmên Tebqa û Holê hatibûn ragihandin.
Piştî rojekê ji ragihandina Meclisa Leşkerî ya Holê, 110 şervan ji pêkhateyên Ereb tevlî Meclisê bûn.
Akademiya Şehîd Şiyar a Leşkerî bi beşdarbûna 110 şervanên pêkhateya Ereb dewreya yekem bi navê şehîd Gabar Seqar hat vekirin.
Dewreya Perewrdê wê 45 rojan bidome û tê de şervan wê waneyên bîrdozî, siyasî û leşkerî bistînin.