Di êrişa li bajarê Philadelphia de 3 kes mirin, 11 jî birîndar bûn

Li DYA êrişên çekdarî welat xistiye nava metirsiyê Li ser cadeyeke qelebalix a bajarê Philadelphia ya Amerîkayê êrîşeke êrîşeke çekdarî rûda. 3 kes mirin, 11 kes jî birîndarbûne.

Li bajarê Philadelphia ya li ser eyaleta Pensîlvanyayê di saetên dereng yê şevê de êrîşeke çekdarî pêkhat.

Li gorî agahiyan êrîş li cadeyeke herî qelebalix a bajarê rûdaye.

Di encamê de 2 zilam û jinek jiyana xwe ji dest dane û 11 kes jî birîndar bûne.

Li gorî çapemeniya cîhanî heta niha jî nayê zanîn êrîş bi çi sedemê û ji aliyê kê ve hatiye kirin û tawanbar heya niha jî ne hatine tespîkirin û girtin.

Lê têgotin lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin û kamerayên ewlekariyê yên cihê kar ên li nêzî cihê bûyerên tên lêkolînkirin.

Ji ber çekdarbûna şexsî, Amerîka heta niha weke yek ji welatên ku herî zêde êrîşên çekdarî lê rû dide tê qebûlkirin.

Serokê DYA Joe Biden herî dawî daxwaza derxistina qanûneke ji bo zehmetkirina çekên ferdî ya li Senatoyê kir.

Back to top button