Li 27 welatan 780 kes bi Vîrûsa Meymûnê ketine

Di demekê ku cîhan êdî navê vîrûsa Covid-19 kêm dibihîse de, vîrûsa Meymûnê derketiye. Ev vîrûs herçiqasî mina Covid-19 nebe jî, lê metirsiyê dide avakirin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand li 27 welatan heta niha vîrûs li ser 780 kesan hatiye tespîtkirin.

13’ê Gulanê li Îngilistanê yekemîn pêketiya vîrûsa meymûnê hate tesbîtkirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) têkildarî vîrûsa meymûn rapora ku daneyên navbera 13 Gulan heta 2’ê Hezîranê ku amadekirî weşand.

Rêxistinê diyar kir ku di nava vê demê de, li 27 welatan vîrûs li ser 780 kesan hatiye piştrastkirin.

Heta niha li van welatan ti kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest nedaye.

Hat ragihandin ku li Îngilîstanê 270, Spanya 156, Portugal 138, Kanada 58, Almanya 57, Fransa 33 û Hollanda 31 bûyer hatin tespîtkirin.

Li welatên din ên ku vîrus lê tê dîtin, hat ragihandin ku 20 an jî kêmtir nexweş hene.

Di raporê de hat destnîşankirin ku piraniya bûyeran mêrên ku têkiliya wan a homoseksuelî pêketine.

Di haletên ku hatine lêkolînkirin de tenê cureya meymûnê ya Afrîkaya Rojavayê hatiye dîtin.

Li ser îhtîmala ku belavbûna bilez a vîrusê li welatên ne-endemîk (xwecihî) dibe encama belavbûnek berê ya nediyar be.

Ji ber ku vîrûsa meymûn li gelek welatan yekem car tê dîtin, rêxistinê mezinahiya rîska gerdûnî ya vîrusê wekî “navîn” destnîşan kir.

Vîrûsa meymûnê ya ku li Afrîkayê hat dîtin û dem bi dem ji parzemînê derket, herî dawî di 13ê Gulanê de li Îngilistanê hat dîtin.

Piştî vê li welatên Ewropayê belav bû.

Back to top button