
Rêvberiya Jîngehê ya herêma Firatê bang kir ku kedên zêde ji bo pêkanîna jîngeheke paqij û xwezayeke bedew bidin.
Di daxuyaniyê Bi boneya Roja Cîhanî ya Jîngehê, Rêveberiya Jîngehê ya herêma Firatê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de Roja Jîngehê ya Cîhanî li hemûyan hate pîrozkirin û hate gotin:
Tenê xakek li vê gerdûnê heye ku em li ser bijîn û divê hemû têkiliyên xwe bi xwezayê re xurt bikin, da ku parastina xweza û jîngeheke paqij bikin.
Her wiha Rêber Abdullah Ocalan teqez kir ku pêwîst e jîngeh bê parastin û têkiliyên navbera mirov û xwezayê xurt bikin.
Di daxuyaniyê de bang li tevahî şêniyan hat kirin ku parastina daran û baxçeyan bikin, xerab nekin û destekdayîna Rêvberiya Jîngehê bikin da ku hewîrdoreke paqij û xwezayek bedew ava bikin