Çiya Kurd: Dewleta Tirk hebûna DAIŞ’ê li ser sînorê xwe weke xeterî nedidît

Cîgirê Hevserokên Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd têkildarî gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê ji ajansa Mezopotamiya re nirxandin kir. Çiya Kurd li ser hincetên Tirkiyê ku qale ewlehiya sînorê xwe dike, got: “Çima dema DAIŞ li ser sînorên wan bû nedigotin ku metirsî li ser ewlehiya me heye”.

Cîgirê Hevserokên Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd têkildarî gefên Erdogan û êrişên dewleta Tirk ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê ji ajansa Mezopotamiya re nirxandin kir.

Çiya Kurd diyar kir ku projeya rejîma desthilatdar a li Tirkiyê projeyek dagirker û mêtingeriyê ye û ev yek anî ziman:

Bi hêzên serdest re bazaran dike û hewl dide mijûlbûna navneteweyî û herêmî ya bi şerê Ûkrayna-Rûsya re bike firsend û êriş bike..

Yekem tişta ku tê hişê desthilatdarên tirk şerê li dijî kurdan û nirxên demokratîk e..

Ev jî ji bo hin dengan qezenc bikin û dosyayên xwe yên gendeliyê û cewisandinê, bi navê şerê li dijî terorê veşêrin

Çiya Kurd: Armanca dewleta Tirk komkujî û mêtingerî ye

Bedran Çiya Kurd derbarê êrişan û encamên wê de jî wiha got:

“Wek şerên berê yên li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, kuştin, wêranî û dagîrkerî, wê disa encam ew be..

Armanc tunekirina cihêrengiya çandî, etnîkî û olî ya civakên me li Sûriyê ye.

Ev yek binpêkirina hemû qanûn û peymanên navneteweyî ye..”

Çiya Kurd li ser bêdengiya raya giştî ya navnetewî li hember van sucên dewleta Tirk û bi taybet li Efrînê jî got:

“Ev herêmên dagirkirî veguherîne qadên rêxistinkirina teror û tundrewiyê.

Em bang li hemû saziyên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku şandeyên lêkolînê bişînin, encaman ji raya giştî re ragihînin û sûcdaran derxînin pêşberî dadgehê.”

Çiya Kurd: Gelê herêmê wê bersiva êrişan bide

Li ser daxwaza desthilata Tirk ku dibêje ew ê milyonek penaberên ji Sûriyê vegerînin jî, Bedran Çiya Kurd wiha got:

“Armanc tunekirina nasnameyên nijadî, çandî û olî ne..

Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî û Tirkmen dibînin ku Tirkiye gefeke stratejîk e li ser hebûna wan..

Ew dibêje ewlehiya sînor, lê ev hêncet û bihaneyên dagirkerî û komkujiyê ne.

Çima dema DAIŞ li ser sînorên wê bû nedigot metirsî li ser ewlekariya wê heye?.

Ji bilî bersivdayîna êrişan û parastina hebûna xwe û dîroka xwe, tu riyek li pêş gelê herêmê nemaye.

Hewldanên me yên mezin bi civaka navneteweyî re hene ku pêşiyê li van êrişan bigrin.”

Back to top button