ŞERVANÊ QSD’Ê EHMED ZIYAB LI TIL TEMIRÊ JI ALIYÊ SEDAN VE HAT OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temir bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Ziyab li goristana şehîdan oxirkirin.

Şervanê QSD’ê Ehmed Ziyab bi nasnav Botan dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî şehîd bû.

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û QSD’ê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina xeta şehîdan nû kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di nava slogan û tililiyên dayikan de hate oxirkirin.

 

Leave a Reply

Back to top button