Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şêrawa, Şehba, Til Rifet û Eyn Îsayê bi giranî topbaran kirin. Di encama toparanê de 3 welatî birîndar bûn û gelek zirarên madî jî çêbûn.
Beriya niha bi çend saetan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ebû Neytûnê yê rojavayê Eyn Îsayê topbaran kir..
Di encama topbaranê de 3 welatî birîndar bûn.
Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya navçeya Çelebiyê.
Dagirkeran gundê Dêrjimêl û navçeya Til Rifet a Şehbayê jî topbaran kirin.
Heta niha nêzî 10 obîs li derdora gund û navçeyê ketine.
Her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa jî topbaran kirin.
Heta vê kêliyê 7 obîs li derdora gund ketine û zirar gihaştine mal û milkên welatiyan.
Îro piştî nîvro, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Um El Qura, Wehşiye, Soxanekê, Merenaz û Malikiyê yên navçeya Şêrawa bi giranî topbaran kir.
Dagirkeran nêzî 40 obîsa li wan gundan xistin û gelek zirarên madî çêbûn.