Duh Careke din Şêniyên bajarê Efrîn û Mariê yê dagirkirî li dijî siyasetên dagirkeriya Tirk li kolanan bûn.
Ajansa Hawarê li gorî çavkaniyên xwe ragihand bi sedan şênî li Efrîn û Mari’ê careke din daketin qadan .
Şêniyan, banga derketina dewleta Tirk a dagirker ji herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê kir.
Şêniyên her du bajaran, rojên în û şemî jî bi heman mebestî daketibûn kolanan, ser saziyên dewleta Tirk a dagirker de girtibûn û bi temamî şewitandibûn.