Dagirkeran gundên Bab, Minbic, Eyn Îsa, Şehba û Til Rift topbaran kir

Artêşa Tirk gundên Bab , Minbic û Eyn Îsa , Şehba û Til Rift topbaran kirin .
Di encama toparana Eyn Îsa de 3 welatî birîndar bûn.

Duh derengî şevê dagirkeriya Tirk careke din rojhilatê Babê topbaran kirin .

Her wiha Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî ragihand ku dewleta Tirk Mertala Firatê gundên El-Hemra û El-Bûxaz yên Minbicê topbaran kir.

Li gor meclisê li van gundan sivîl hene.

Her wiha gundê Ebû Neytûn yê rojavayê Eyn Îsayê jî rastî êrişan hat .

Di encamê de 3 welatî birîndar bûn.

Navên birîndaran wiha ne:

Ebdulezîz El-Yûsif, Salih El-Taha, Basil El-Ûbeyd.

Dagirkeran gundê Dêrjimêl û navçeya Til Rifet a Şehbayê jî topbaran kirin.

Back to top button