HPG’ê: Ji Avaşîn heta Metînayê li dijî artêşa Tirk şerekî dijwar pêk tê

HPG’ê bi daxuyaniyekê hişyarî da ku PDK xwe amade dike ku tevlî ‘şerê dîrokî’ yê di navbera gelê Kurd û dagirkeriya Tirk de bibe. HPG’ê bang li hêzên Kurdistanî kir ku bi erk û berpirsyarî rabin û pêşî li êrişeke bi vî rengî bigirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî hewildana PDK’ê û rewşa dawî ya berxwedana gerîla daxuyaniyek da.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:

“Di Avaşîn heta Metîna li dijî artêşa Tirk a dagirker şerekî dijwar pêk tê.

Bi taybetî ji 25’ê Gulanê û vir ve şerekî mezin diqewime.

Dewleta Tirk li hemberî hêzên me teknîka serdemê û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar tîne û tevî vê yekê jî xitimî ye, nikare bi pêş ve biçe”

HPG’ê: PDK amadekariyan dike ku tevlî şer bibe

HPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de dazanîn ji ber ku dewleta Tirk nikare bi pêş ve biçe PDK’ê dixwaze dewleta Tirk ji têkçûnê rizgar bike û ev got:

” Li gorî daxuyaniya rayedarekî PDK’ê ku bi navê Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan axivî, daxuyaniya Waliyê Duhokê û li gorî hin agahiyên îstîxbaratî yên gihîştine ber destê me, hêzên PDK’ê amadekariyan dike ku dest li vî şerê stratejîk ê navbera me û dewleta Tirk werde.”

HPG’ê dazanîn ku hêzên PDK’ê bi girtina rojhilatê Metînayê ve dixwaze plana dorpêçkirina gerîla ya tirkî biçe serî û hêzên me yên wir îmha bikin.

HPG’ê: Divê hemû hêzên Kurdistanî li ber êrişê rabin

HPG’ê dibêje ev plana xetere ya PDK’ê ya li ser Metînayê tê wateya ragihandina şer û ev hişiyarî da:

“Divê were zanîn; tevlîbûna PDK’ê ya bi vî rengî ya li nava şer, yanî êrişa li ser hêzên me yên li Metînayê, wê tenê li Metînayê nemîne û were wateya destpêkirina şerekî giştî”

HPG’ê dawiya daxuyaniya xwe bang li hemû hêzên Kurdistanê taybet jî yên Başûrê Kurdistanê kir ku li ber êrişê rabin û bêdeng nemînin.

Back to top button