ŞERVANÊ YPG’Ê ZEKERIYA EFRÎN LI ŞEHBAYÊ HAT OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên Efrînê ku li Şehbayê dimînin cenazeyê şervanê YPG’ê Zekeriya Silêman bi merasîmekê li goristana şehîdên Berxwedana Serdemê oxirkirin.

Şervanê YPG’ê Zekeriya Silêman bi nasnav Zekeriya Efrîn 18’ê Hezîranê di encama qrîza dil de li Helebê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Efrînê cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya Şehbayê wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê û Meclisa Kantona Efrînê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn, sersaxî ji malbata şehîda re xwestin û got,

Xewîn û fedekariyên şehîdan rêya rizgariyê xêz dike.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di nava slogan û tililiyên dayikan de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button