Nîjerya..Di êrişa li dijî dêrê de bêtirî 50 kes hatin kuştin

Li eyaleta Ondo ya li başûrê rojavayê Nîjeryayê di êrîşeke li dijî dêrê de herî kêm 50 kes hatin kuştin.

Bijîşkekî ku nexwest navê xwe eşkere bike ji medyayê re got, piştî êrîşa li dijî dêrê ya li navçeya Owo ya parêzgeha Ondo herî kêm 50 cenaze hatin dîtin.

Bijîşk jî diyar kir ku di êrîşê de gelek kes birîndar bûne.

Serokdewletê Nîjeryayê Muhammed Buharî êrîş şermezar kir û got,

“Çi dibe bila bibe, ev welat li hemberî xerab û xayinan serî natewîne û tarîtî li ser ronahiyê bi ser nakeve.”

Waliyê Eyaleta Ondoyê Rotîmî Akeredolu bûyer wek “êrîşeke nefret û şeytanî” ya li dijî mirovên bêguneh nirxand.

Akeredolu diyar kir ku hêzên ewlehiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û derbarê êrîşê da lêpirsîn hat destpêkirin.

Li gor nûçeyên medyaya neteweyî, çekdarên ku hewl didin nasnameyên wan bên eşkerekirin, di dema îbadetê de êrîşî dêra Katolîk a li navçeya Owo ya eyaleta Ondo kirin.

Back to top button