Cemal Şêx Baqî bersiv da ENKS’ê: ENKS’ê bi zimanê dewleta Tirk gefa tunekirina Têveberiya xweser dixwe

ENKS’ê got: heta êrişên dewleta Tirk rawestin, divê Rêveberiya herêmê têkeve destê wan..
Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurd a Sûrî Cemal Şêx Baqî jî bersiv da ENKS’ê û got:
ENKS’ê bi zimanê Tirkan dipeyve.
Bi danûstandinan nekarî me bixapîne, lê îro bi hêza Artêşa Tirk gefan dixwe.

Weke çawa li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî..

Çaxa dewleta Tirk gefeke dagirkeriyê li Rojava dixwe, di cihê cih de, ENKS’ê serê xwe hil dide.

Piştî gefa dawî ya Serokê Dewleta Tirk Erdogan, rayedarên ENKS’ê dibêjin, çareserî ew e ku Rêveberiya herêmê têkeve destê wan.

Ew idia dikin, encax bi jiholêrakirina Rêveberiya Xweser, êrişên dewleta Tirk rawestin.

Sekretêrê Partiya Demokrta Kurd a Sûrî Cemal Şêx Baqî, bersiv da van gotinên ENKS’ê û diyar kir ku ENKS’ê bi zimanê dewleta Tirk dipeyve.

Di demên derbasbûyî de, gelek hevdîtin di navbera ENKS’ê û PYNK’ê de pêk hatin, lê ji ber şertên ENKS’ê ên weke rakirina hevserokatiyê û perwerdeya bi zimanê Kurdî, ew hevdîtin bi encam nebûn.

Şêx Baqî dibêje ku ji ber ENKS’ê nikarîbû wan bixabîne, niha bi hêza leşkerên Tirk gefa tunekirina Rêveberiyê dixwin.

Sala 2018’an, di dema dewleta Tirk a dagirker êrişî Efrînê kir, 6 ketîbeyên girêdayî ENKS’ê cihê xwe di nava êrişê de girtin û beşdarî hemû sûcên li dijî Kurdan bûn.

Wê demê ew weke pêngava rizgarkirinê bi nav dikirin û dixwestin wê herêmê bi rê ve bibin.

Lê belê, îro ofîseke wan ne li Efrîn, ne li Serê Kaniyê û ne jî li Girê Spî tune ye..

Dewleta Tirk destûra karê rêvebirina wan deveran nade destê ENSK’ê..

Back to top button