CENAZEYÊ ENDAMÊN MALBATA EFRÎNÎ LI QAMIŞLO HATIN VEŞARTIN

Endamên malbata Efrînî jî ku di encama qezaya tirafîkê de şehîd bûn bi merasîmekê li goristana şehîdên sivîl a bajarê Qamişlo hatin oxirkirin.

Endamên malbata Efrînî Mihemed Reşîd û hevjîna wî Medîna Abdullah, kurên wan Şervan û Mihemed Xelîl di encama qezaya tirafîkê ya li ser rêya Hesekê – Amûdê de şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên Qamişlo ji bo oxirkirina cenazeyê endamên malbatê li goristana şehîdên sivîl a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo kom bûn.

Di merasîmê de li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Konreya Star û TEV-DEM’ê axaftin hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de şêniyan cenazeyê şehîdên sivîl spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button