Tirkiye bo endamtiya Swêd a NATO’yê aloziyan derdixe

Beriya niha bi 10 salan bû, Wezîrê Parastinê yê Swêdê Peter Hultqvist beşdarî pêşengehek weqfê ya Kurdên li Swêdê bû û got:
Divê pirsgirêka Kurdan bi rêya demokrasiyê were çareserkirin.
Ev gotina mîna kulekê li ser dilê Tirkiyê ma, niha weke gefekê ya beşdarbûna Swêd bo NATO yê bikar tîne.
Tirkiye ji Swêdê dixwaze zextên ser PKK zêde bike û Wezîrê Parastinê jî ji erk bigre.
Hultqvist careke din li ser gotina xw ma û got;
Ez bi gotina xwe ya ji bo Kurdan re me.

Tirkiye di pêvajoya endamtiya Swêd a bo NATO yê de dixwaze gelê kurd bixe bazarê.

Enqere ji Swêdê dixwaze zextên li ser kurdan zêde bike, piştevaniya bo Rojava bidawî bike û di qanûna xweya terorê de jî guhertinê bike.

Li gorî nûçeya Niklas Svensson a di rojnameya Expressen de, Enqere jî dixwaze Wezîrê Parastinê yê Swêdê Peter Hultqvist ji wezîfeyê bê girtin.

Wezîrê Parastinê yê Swêd bo Tirkiye: Pirsgirêka Kurdan bi rêya demokrasiyê çareser bike

Peter Hultqvist ku der barê çalakiya ku di sala 2011’an de beşdarî şahiya weqfek ya Kurdistaniyên li Swêdê bûbû û ji Tirkiyê xwestibû ku doza gelê kurd bi demokrasiyê çareser bike.

Tirkiye bo Swêd: Wezîrê parastinê Hultqvist ji erk bigrin

Li gorî çavkaniyên rojnameyê hêrsa Enqerê ya ji ber gotinên Hultqvist kêm nebûye û Tirkiye ji Swêdê dixwaze ku wezîrê Parastinê ji kar bigre.

Wezîrê Parastinê yê Swêd bo Tirkiye: Ez bi gotina xwe ya ji bo Kurdan re me

Wezîrê Parastinê yê Swêdê bo rojnameya Expressen gotareke din şand û wiha got:

“Min got, ez di wê baweriyê de me ku divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û bi danûstandinan bê çareserkirin. Ez niha jî heman gotinê dibêjim. Ji derveyî rêyên aştiyane, min ti rêyek din nepejirand û terorîzmê red dikim. Ji derveyî vê ti şîroveyek mîn nîne.”

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu hefteya borî ji ajansa dewletê re axivîbû û gotibû,

Swêd û Fînlandiyaya ku dixwazin bibin endamên NATOyê, pêwîst e di qanûnên xwe yên têkoşîna li dijî terorê de guhertinan pêk bînin.

Heta ku ev guhertin pêk neyê helwesta Tirkiyeyê nayê guhertin.

Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku Swêd xwe amade dike ku ambargoya çekan a 2019’an de li ser Tirkiyeyê sepandiye rake.

Serokê Daîreya Pîşesaziya Parastinê Karl Evertsson ya rêxistina ISP ya ku li Swêdê lîsansa firotina çekan dide, diyar kir ku li gorî şert û mercên heyî wan helwesteke nû girtine.

Back to top button