BI NÊZÎKBÛNA LIDARXISTINA GERA NÛ YA ASTANAYÊ, ŞER GURTIR DIBE

Li herêmên gundewarê Idlib û Hemayê operasyonê rejîma Sûrî bi piştevaniya Rûsiyauyê dewam dikin.
Di encamê van opersyonan de 4 jê zarok 24 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Bi nêzîkbûna lidarxistina gera nû ji danûstandinên Astanayê ku wê di Tîrmeha bê de were lidarxistin, asta şer li gundewarê Idlib û hemayê zêdetir dibe.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan rejîmê sûrî êrîşî esmanî li ser Idlibê ranewestandine û herî dawî navçeya Mestûma li gundewarê başûrê Idlibê bombebaran kir.

Di encam de 4 ji wan zarok, 9 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Her wiha di bombebarana li ser bajarokê Hîş li başûrê Idlibê de, di nav de zarok û jin 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

LI GUNDEWARÊ HEMAYÊ 27 ÇETEYÊN DEWLETA TIRK HATIN KUŞTIN

Li gundewarê Hemayê jî şer deijwar bû.

Di encamê topbarana rejîmê li ser herêmê 27 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Li rex şerê navbera rejîm û çeteyên dewleta Tirk, şerê navbera çeteyan de yê xwebixwe jî dewam e.

LI BAJARÊ BABÊ YÊ DAGIRKIRÎ ŞER NAVBERA ÇETEYÊN DEWLETA TIRK DE RÛ DA, KUŞTÎ HENE

Li bajarê Babê yê ku dewleta Tirk ew dagir kiriye, şer navbera çeteyên bi navê Sultan Murad û çeteyên bi navê Firqet Hemzat de derket.

Di şer de çekên giran hatin bikaranîn û di encam de kuştî û birîndar çêbûn.

Li aliyekî din ji bo guftûgokirina geşedanên dawî yên li Sûrîyê.

Leave a Reply

Back to top button