Dagirkeran li Eyn Îsayê bi êrişek sekvanî welatiyek birîdar kirin

Îro jî wek her roj artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî herêmê kirin.
Dagirkeran gundên Minbic, Eyn Îsa bi çekên giran dan ber topban.
Dagirkeran di êrişên xwe yên li Eyn Îsa yê de, welatiyek û erebeyek kirin hedef.

Ji Şehbayê bigire heta bi Minbicê..

Û ji Eyn Îsa heta Til Temir..

Topxaneyên dewleta Tirk û balafirên wê yên dorn, ranawestin û welatiyên herêmê dikin armanc

Xelîl Ebûd Ebdulxenîm ê 55 salî bi guleyeke sekvaniyê ya dewleta Tirk li Eyn Îsayê di lingê xwe de birîndar bû.

Ev erebe jî, li nêzî rawestgeha Seqir a Eyn Îsayê hat topbarankirin û weke tê dîtin, ziyaneke mezin lê bûye.

Duh jî dagirkeriya Tirk êrişî gundê Ebû Nêtone yê rojavayê Eyn Îsayê kir û 3 welatî birîndar bûn.

Ev jî gundê Um Kêf ê rojavayê Til Temirê ye.

Ji ber topbarana dijwar a dewleta Tirk a dagirker mal û milkên welatiyan wêran bûne.

Toxaneyên çeteyên Tirkiyê, tiştek li ser tiştekî nehiştine.

Dagirkeran gundên Rojavayê Minbicê topbaran kirin

Li Minbicê êrişên dagirkeriyê hebûn..

Navenda ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên xwe bi 22 moşekan gundê Kawikilî yê Minbicê topbaran kirin.

Back to top button