Rûspiyên eşîrên Dêrazorê li dijî dagirkeriya Tirk banga hevgirtinê kir

Rûspiyên eşîrên Ereb ên Dêrazorê, nerazîbûna xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Sûriyê nîşan dan û banga yekgirtina li dijî êrişên dagirkeran kirin.

Bi dehan şêx û rûspiyên ku nerazîbûna xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşan dan, tevlî civînê bûn.

Di civînê de, beşdaran banga yekgirtinê li gel kir ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û berjwendiya gel di ser her tiştî re bigirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em wek rûspî, rewşenbîr û karkerên Dêrazorê, hebûna hêzên biyanî, di serî de artêşa Tirk a dagirker, Rûsya û milîsên Îranê şermezar dikin û hemû cureyên gefan ên li dijî gelê me red dikin.”

Her wiha di daxuyaniyê de rola qehremanî ya QSD’ê silav kirin û gotin: “QSD’ê ewlehî li herêmê peyda kir û ji bo pêkanîna aşitî û aramiyê li herêmê qurbanî dan, ji ber wê divê ew bibe beşeke sereke di çareseriya kirîza Sûriyê de.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li koalîsyon û civaka navneteweyî hate kirin ku sînorekê ji sûcên Tirkiyê re deynin.”

Back to top button