Hisên Koçer: Rêbazê şerê gel ê şoreşgerî wê dijmin têk bibe

Yek ji fermandarê QSD’ê Hisên Koçer diyar kir ku şer bûye beşek jiyana wan ê derveyî şerê gelê şoreşgerî ti rêbaz nemaye û got:”Heger şer çêbibe em ê bi ser bikevin û xaka me wê ji dijmin re bibe goristan.”
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş û Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Şehbayê Ismaîl Mûsa jî teqez kirin ku derveyî berxwedanê ti rêyek din nîne. 

Hêzên Parastinê yên Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî gef û êrişên dewleta Tirk amade ne civaka xwe biparêzin.

Ji fermandarên QSD’ê Hisên Koçer der barê van gef û êrişan de ji ajansa Hawarê re axivî.

Hisên Koçer diyar kir ku şer bûye beşek ji jiyana wan û derveyî şerê gel ê şoreşgerî ti rêbaz nemaye.

Fermandarê QSD’ê ji gel re diyar kir ku wê ev êriş ji yên berê cûdatir be û piştrast kir ew amade ne gelê xwe biparêzin.

Fermandarê QSD’ê Hisên Koçer diyar kir ku ew hêza xwe ji gel digirin û bang li şêniyên herêmê kir ku bi her awayî li gel hêzên xwe şer bikin.

Şervan Derwîş: Parastina welat û gel erkê me ye

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş jî têkildarî van êrişan û asta amadebûna wan a xweparastinê nirxandin kir.

Şervan Derwîş got:

“Hêzên me xwedî tecrûbeyeke mezin in. Gelê me jî li rex hêzên xwe ne.

Eger êrişek li dijî herêmê bê kirin,di çarçoveya parastina rewa de em ê li ber xwe bidin.

Ev şer wê bandorê li têkoşîna li dijî DAIŞ’ê jî bike.

Û ji bo DAIŞ`ê firsendek be da ku xwe birêxistin bike.”

Şervan Derwîş dawiyê tekez kir ku erka wan e ew welat û gelê xwe li hember çi êrişê biparêzin.

Cîgirê Meclisa Şehbahê Îsmaîl Mûsa: Tekane çeka li dijî van êrişan berxwedan

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Kantona Şehbayê Ismaîl Mûsa jî teqez kir ku tekane çeka li hember sûc û planên dagirkeriyê berxwedan e.

Back to top button