Artêşa dagirker gundewarê Şera topbaran kir

Êrişên Artêşa dagirker yên li dijî herêmê bê navber didome; Doh careke din dagirkeriya Tirk navçeya Şera topbaran kir.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê doh derengiya şevê gundên Merenaz, Malikiye, Şewarxa yên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran kir.

Doh piştê nîvro jî leşkerên artêşa dagirker bi êrişên sekvanî sivîlên taxa Sînaa ya Navçeya Eyn Îsa kir armanc.

Di encama êrişa sekvanî de welatiyê bi navê Xelîl Ebûd Ebdulxenî 50 salî birîndar bû.
Welatiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş ya li Eyn Îsayê.

Hate ragihandin ku rewşa welatiyê birîndar baş e.

Back to top button