PARÊZERÊN SEROK HEVDÎTINA BI RÊBER OCALAN A 18’Ê HEZÎRANÊ EŞKERE KIR

18’ê Hezîranê parêzerên Rêber Ocalan bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, detayên hevdîtina bi Rêber Ocalan re hate kirin û peyama Ocalan weşandin.
Ocalan di peyama xwe ya vê carê de dibêje:
Lihevkirina demokratîk û siyaseta azad rêya herî rast e.
HDP’ê divê xeta xwe biparêze û biryara xwe bixwe bide.

 

Rêber Ocalan 18’ê Hezîranê peyamek ku bi destê xwe nivîsandibû radestî parêzerên xwe kir.

Ocalan di peyamê de dibêje bi însiyatîfa xwe ya şexsî hiştiye ku rojiya mirinê û grevên birçîbûnê bi dawî bibe û ji bo vê yekê jî pêwistî dîtiye daxuyaniyekê bide.

Ocalan diyar dike ku wî behsa pêvajoyake çareseriyê ya zelal û kûrtir kiriye û wiha dibêje;

Piştî pêvajoya çareseriyê bûyerên ku mohra xwe lê dan û yên ku dûdiliya kevneşopiya Tirkiyê derbas nekirin, zimanê şer û sorkirinê di serî de pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên civakî girantir kirin.

RÊBER OCALAN:
LIHEVKIRINA DEMOKRATÎK Û SIYASETA AZAD RÊYA HERÎ RAST E

Li hemberî tifaqên Cumhur û Milletê, tifaqa demokratîk ku HDP’ê nûnertiya wê dike, di mijara çaresriyê de lihevkirina demokratîk û siyaseta azad esas digre.

Di pêvajoya pêşiya me de tê xuyakirin ku hem li herêmê hem jî li derve pirsgirêk giran bibin û parastina xeta sêyemîn wê girîng be û bi wate ye.

RÊBER OCALAN:
HDP DIVÊ XETA XWE BIPARÊZE Û BIRYARA XWE BIXWE BIDE

Helwesta tifaqa demokratîk ku bi HDP’ê re derketiye pêş, divê rojane yanî di nîqaşên hilbijartinê de nebe aliyek.

Wateya tifaqa demokratîk û wateya wê ya dîrokî divê nebe dubendiyek û wekî heta niha di hilbijartinê de jî li ser xeta bêalî israr bike.

Xeta li ser bingeha; lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî platforma siyasî ya herî rast û afirandina encamê ye.

Bang li hemû hêzên pêwendîdar dikim ku di vê çarçoveyê de baldar bin.

Leave a Reply

Back to top button