Hevserokê Komeleya Çerkezan ya Minbicê Samir Hebaq projeya bihckirina penaberên Sûriyê li herêmên dagirkirî, şibihand qirkirina Çerkezan a sala 1864’an.
Samir Hebaq diyar kir ku dewleta Tirk naxwaze aşîtî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye pêk were û got:
Tirkiye ji herêma bi navê ewle armanc dike ku planên xwe pêk bîne û tev li Yekitiya Ewropayê (YE) bibe.
Her wiha armanc parçekirina herêmê, vegerandina osmaniya berê û belavkirina tevliheviyê di navbera pêkhateyan de ye.
Hevserokê Komeleya Çerkezan a Minbicê da zanîn ku di gel ku cîhan bi şerê Rûsya û Ukraynayê ve mijûl e, dewleta Tirk dixwaze hin destkeftiyên siyasî yên din li herêmê bi dest bixe.